02/01/2011

Goteya Çarem

Goteya Çarem
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
اَلصَّلَاةُ عِمَادُ الدِّينِ
Ku tu dixwazî bi dereceya ku du caran du dike çar qet'î bifehimî ku nimêj, çiqas qîmetdar û muhim, hem çiqas erzan û bi mesrefeke hindik va tê qezenckirin, hem merivê bê‑nimêj çiqas dînane û bizerar e; vê hikayetoka temsîlî binihêrre, bibîne:
Zemanekî hakimekî mezin, du xizmetkarên xwe – her yekî bîst çar zêrran dide wan – dişîne boyê li cotgeheke xwe ya xas û bedew ku du mehan dûre iqamet bikin. Û ji wan ra emr dike ku: "Bi vî pareyî mesrefa rê û biletê bikin. Hem hinek tiştên ku li meskenê weyê wira lazimin mubayeë bikin. Li mesafeya rojekî, istasyonek heye. Hem arebe, hem gemî/keştî, hem teyyare, hem şimendifer tê heye. Goreyê sermayeyê lê tê siwarbûn."
Herdu xizmetkar, piştî ku dersê hildidin, diçin. Yekî bextyar bû ku heta istasyonê parçekî pare mesref dike. Feqet di nav wê mesrefê da, ticareteke wisa rind ku xweşa efendiyê wî herre bidest dixe ku, sermayeya wî ji yekî dertê hezarî. Xizmetkarê din, jiber ku bedbext, serserî bû, heta istasyonê bîst sê zêrrê xwe serf dike. Dide xumar-mumarê, zayi' dike, zêrrekî wî tenê dimîne. Hevalê wî jê ra dibêje: "Yahû, vî lîrayê/zêrrê xwe bide biletekê. Ta, di vê rêya dirêj da, tu peyatî/piyade û birçî nemînî. Hem efendiyê me kerîme, belku merhemet bike, qusûra ku te kiriye ëfiw bike. Te jî li teyyareyê siwar dikin. Em di rojekî da digihîjin mehellê istiqameta xwe. Gerna, tu ê mecbûr bî, li çoleke bi du mehan tî, birçî, peyatî herrî." Gello ev meriva ku ïnad bike, wî lîrayê/zêrrê xweyê tenê nede bileteke ku di hukmê miftaha defîneyekî da ye, boyê lezzeteke muweqqet serf bike sefahetê, merivê herî bêëql jî fehm nake ku ew ẍayet bêëql, bizerar û bedbexte?
Hawa hey merivê bênimêj û hey nefsa mina ku nimêj li xweşê naçe! Ew hakim îja; Rebbê me, Xaliqê me ye. Ew herdu rêwîyên xizmetkar jî insanên ku, yekî muteddeyin, nimêja xwe bi şewq dike, yê din jî ẍafil, bê nimêj in. Ew bîst çar zêrran jî, bîst çar saet, omrê me yê her rojê da ye. Ew cotgeha xas jî Cennete. Ew istasyon jî qebre. Ew seyahet jî, rêwîtîya beşere ku diçe qebrê, heşrê, ebedê. Goreyê ëmel, goreyê quweta teqwayê, wê rêya dirêj bi dereceyê mutefawit qet' dikin. Qismek ehlê teqwa, mîna berq, rêya hezar salî di rojekî da dibirrin. Qismek jî mîna xeyal, mesafeya pêncî hezar salî, di rojekî da qet' dikin. Qur'an-a Ëzîmuşşan, bi du ayetan vê heqîqetê ra işaret dike. Ew bilet jî nimêje. Saetek tenê ji pênc weqt nimêjê ra tevî destnimêjê kafî tê. Ëceba, yê ku bîst sê saetên xwe li vê heyata dunyewiye ya kinikî/kurtikî serf dike û li wê heyata ebediye ya dirêj ra saetekî tenê serf nake; çiqas zerar dike, çiqas li nefsa xwe zulm dike, çiqas xilafê ëql hereket dike! Zîra ji xumareke piyangoyê ku hezar meriv iştirak dikin, nîvê malê xwe serf kirin, ku ëql qebûl bike; halbûku ihtimala qezencê ji hezarî yeke. Paşê ku malê xwe ji bîst çaran yekî, nede xezîneyeke ebediye ku ji sedî bi nod neh ihtimalan qezenca wê museddeqe; çiqas xilafê ëql û hikmet hereket dike, çiqas ji ëql dûr dikeve, merivê ku xwe äqil zenn dike fehm nake?
Halbûku di nimêjê da, raheteke mezin a rûh û qelb û ëql heye. Hem cismî ra jî karekî ewqas giran nîne. Hem ëmelên dinên mubahên dunyewîyên ewê ku nimêj dike, bi niyeteke rind hukmê ibadetê digrin. Bi vê sûretê dikare hemî sermayeya omrê xwe li axiretê mal bike. Omrê xweyê fanî bi cihetekî ibqa dike.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire

Li vê derê hûn dikarin şîroveyên xwe binivîsin. Vê gavê tenê kesên ku endamê Gmail'in dikarin şîrove bikin. Bo hemî fikr û ramanên xwe, hûn dikarin bi kurdinur@hotmail.com ra bikevin têkiliyê.